Dema ji bo diyarkirina namzetiyê ji bo Serokkomariya Iraqê bi dawî bû

Dema serlêdana ji bo namzetiyê ya Serokkomariya Iraqê bi dawî bû. 44 namzet tevlî pêşbirkê bûn. Partiyên Kurd namzetên xwe bi fermî eşkere kirin.

HILBIJARTINA SEROKKOMARIYA IRAQÊ

Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraq Sefwan Cercîrî ragihand ku saet 15:00’an dema ji bo diyarkirina namzetên ji bo postê serokkomariya Iraqê bi dawî bû.

Sefwan Cercîrî diyar kir ku heta niha zêdetirî 44 kesan xwe ji bo postê serokkomariya Iraqê wek namzet nîşan dane.

Her wiha destnîşan kir ku PDK’ê Fuad Husên wek namzet diyarkiriye û YNK’ê jî Nizar Amêdî wek namzetê partiya xwe diyarkiriye.

Hêjayî gotinê ye ku biryare piştî dest bi karkirina Parlamentoya Iraqê, di nava mehekê de serokkomarê Iraqê were diyarkirin.